Erdogan: Pirsgirêka mezin li rojhilatê Ferêt e

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan berî serdana xwe ya bo Amerîka civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, vê gavê ji bo paşeroja Sûriyeyê pirsgirêka herî mezin, li rojhilatê Ferêt e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan berî serdana xwe ya bo Amerîka civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, vê gavê ji bo paşeroja Sûriyeyê pirsgirêka herî mezin, li rojhilatê Ferêt e.

Erdogan di vê civînê de careke din bal kişand ser deverên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û got, ji bo pêşeroja Sûriyê niha kêşe û metirsiya herî mezin rojhilatê Ferêt e ku niha ew dever di destê hêzên Hevpeyman û HSDê de ye.

Erdogan got, ewê di axaftina xwe ya li NYê de bang li aliyan bike ku çareseriyek ji kêşeyên mirovî re bê dîtin.

Erdogan îro çû Amerîkayê û berî serdana xwe got di bernameya wî de hevdîtineke digel Trump nîne. Heger Serokê Amerîka Donald Trump daxwaza hevdîtinê bike, ew dikare vê daxwazê binirxîne.

 

S. B