Sedir li dijî êrîşa Ehwazê derket

K24 - Navenda Nûçeyan.
Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, bi riya tora pêwendiya civakî Twitterê, rexne li êrîşa bajarê Ehwazê yê başûrê rojavayê Îran kir.
Sedir nivîsiye: Careke din destê tundiyê gihişte cîrana me Îranê, daku aramiya wê têk bide û tirsê têxe dilê gelê wê, lê gelê Îran ji miyanrewiyê hez dike û bihêztir e, ku ji tarîtiyê bitirse.
Duh di dema birêveçûna nimayişeke serbazî de, li bajarê Ehwazê, çenda kesan êrîşî Supaya Pasdaran a Îran kirin û di encamê de, 29 kes hatin kuştin û 60 kes birîndar bûn.
Berpirsên Îranê, Amerîka, Siûdiye û du welatên Kendavê bi desthebûn di wê êrîşê de tometbar dikin.
N.O