Almanya: Mixabin em bi riya Twitter haydarî biryarên Amerîka dibin

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas, xemgîniya xwe li ser guhertina siyaseta pêwendiyên di nav Amerîka û welatên Ewropa de ragihand.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas, xemgîniya xwe li ser guhertina siyaseta pêwendiyên di nav Amerîka û welatên Ewropa de ragihand.

Mass ji ajansa (DPA) ya Almanî re got: Em hin biryarên Amerîka bi riya Twitterê dibhîzin û hin caran Amerîka bixwe jî, bi riya Twitterê haydarî biryarên Koşka Sipî dibin.

Herwiha zelal kir, ku berî niha Amerîka li gel hevparên xwe yên Ewropî, li ser pirsên giring nerînên xwe dida xuyakirin û biryar li ser bingeha hevrêziya bihêz dihatin stendin.

N.O