Rûsya û Yekîtiya Ewropa ji bo Îranê Amerîka dilgiran dikin

Birîtanya, Çîn, Firensa, Almanya, Rûsya û Yekîtiya Ewropa, peyameke hevbeş derbarê sizayên Amerîka li ser Îranê belav kirin û têde dibêjin: Em dixwazin bazirganiya xwe li gel Îranê berdewam bikin

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Di dema birêveçûna civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê li Amerîka, hin welatên Ewropî û Rûsya biryar dan, ku pêwendiyên xwe yên bazirganî bi Îranê re berdewam bikin û ew pêwendî kerta petrolê jî li xwe digire.

Birîtanya, Çîn, Firensa, Almanya, Rûsya û Yekîtiya Ewropa, peyameke hevbeş derbarê sizayên Amerîka li ser Îranê belav kirin û têde dibêjin: Ji ber hestkirin bi berpirsatî û pêwîstî bi encameke berdest, beşdaran pêşwazî li parastin û geşedan bi kenala dayina pereyan kirin, ku bi (SPV) tê naskirin, mebest ji wê kenalê, asankirina karên diravî ye li gel kelûpelên hinardekirî yên Îranê ye ku kerta petrolê jî li xwe digire.

Wê girûpê diyar kir, ku ew dixwazin azadiya abûriya xwe biparêzin daku karibin bazirganiyeke yasayî li gel Îranê bikin.

N.O