Şansê Ebdilmehdî ji bo Serokwezîriyê zêde dibe

Jêderên Iraqî: Kesatiya siyasî Adil Ebdilmehdî, hevdengiya aliyan û piştevaniya Lêvegera bilind a Şî'eyan bidest aniye, daku Hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Jêderên Iraqî behsa wê yekê dikin, ku kesatiya siyasî Adil Ebdilmehdî, hevdengiya aliyan û piştevaniya Lêvegera bilind a Şî'eyan bidest aniye, daku Hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne.

Li gorî malpera "El-Xed Press", hêzên Şî'î û Lêvegera Şî`î û aliyên din yên Iraqî, piştevaniya Adil Abdilmehdî dikin, ji bo Serokwezîriya Iraqê bike.

Berî niha jêderekî siyasî ragihandibû, take berbijarê Hevpeymaniya Sairûn û ya (El-Bina`i) ji bo Serokwezîriyê, Adil Ebdilmehdî ye û fişar li ser hêzên Şî'î hene, daku Ebdilmehdî wek take berbijar bimîne.

Adil Ebdilmehdî, jidaykbûyê sala 1942an e û berî niha çendîn post di Hikûmeta Iraqê de wergirtibû, wek cîgirê Serokê Iraqê, wezîrê petrolê û çendîn postên din.

N.O