"Amerîka dixwaze Qasim Silêmanî armanc bike"
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê Amerîka ji bo karûbarên Îranê Brayan Hok, îro Çarşemê 26/9/2018an ragihand, ku fermandarê Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve Qasim Silêmanî, li Iraqê 10 hezar çekdar amade kiriye, daku êrîşî ser armanc û berjewendiyên Amerîka bikin.
Brayan Hok di kongirekî rojnamevanî de got: Îran kar li ser belavkirina tevliheviyê li navçeyê dike, pêwîst e rê li ber Taranê bê girtin, daku weke Lubnan li Sûrya û Iraq û Yemenê neke.
Herwiha got: Bizavên qunaxên dahatî yên Amerîka ji bo wê yekê ne, ku em destê xwe bigehînin Qasim Silêmanî û em wî armanc bikin, ji ber ku 10 hezar çekdar ji mîlîşyayên Şî`e li Iraqê amade kiriye, daku êrîşî berjewendiyên Amerîka bike.
Hok got: Hebûna 2500 çekdarên Îranî bi tenê li Sûrya û 10 hezar çekdarên din yên taifî û piştevaniya Îran ji Hûsiyan re, daku Siûdiyê mûşekbaran bikin, ji Amerîka re cihê gefê ye.
N.O