Demîrtaş: Dadgehên Tirkiyê bi hestên tolhildanê tevdigerin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş radighîne, dadgehên Tirkiyê ti demî, wekî niha derveyî yasayan û bi hêstên tolhildanê tevnegeriyan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş radighîne, dadgehên Tirkiyê ti demî, wekî niha derveyî yasayan û bi hêstên tolhildanê tevnegeriyan e.

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi riya twîttera xwe hincetnameya dadgehên Tirkiyê yên di derbarê cezakirinên wî de belav kir û got, dadgehên Tirkiyê ti demî biryarên dadperwerane nedan e. Lê ti demî jî, wekî niha derveyî yasayan û bi hêstên tolhildanê tevnegeriyan e.

Herwiha got, digel hemî neyasayiyan, dê têkoşîna wan a dadperweriyê berdewam bike û dadgerên ku îro ceza didin wan, dê di dahatûyê de werin dadgehkirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahetîn Demîrtaş di 4ê Mijdara 2016an de bi tometa endamtî û birêveberiya rêxistina terorê hatibû girtin û derbarê wî 33 doz hatibûn vekirin. Berî demekê  bi 4 sal û 8 meh hat cezakirin.

 

S. B