Erdogan: Terorîst ji navçeya “bêçek” a Idilbê derdikevin

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, terorîst ji navçeya “bêçek” a Idilbê derdikevin. Tekez kir jî, heta Beşar Esed di desthilatê de ye, aştî li wî welatî pêk nayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, terorîst ji navçeya “bêçek” a Idilbê derdikevin. Tekez kir jî, heta Beşar Esed di desthilatê de ye, aştî li wî welatî pêk nayê.

Di çarçoveya beşdariya wî di civînên Encûmena Asayîşa Navnetewî de li New Yorkê Erdogan gorarek pêşkêş kir,  tê de ragihand ku grûpên çekdar ji navçeya bêçek a li Idlibê vedikişin.

Di 17ê vê mehê de Serokê Tirkiyê û yê Rûsyayê derbarê kirîza Idlibê rêkeftinek îmze kirin û navçeyeke bêçek li wî bajarî ragihandin.

Li gor rêkeftinê yekîneyên artêşa Tirkiyê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê dê wê navçeya bêçek kontrol bikin.

 

S. B