Dadgeheke Ewropî: Ti serderiyeke xirab li gel Ocelan nehatiye kirin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, red kir ku li dijî rêberê PKKê Ebdella Ocelan eşkence yan serederiyeke xirab hatibe kirin.
Îro Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serdana parêzerên Ocelan nirxand. Komîteya Dadgehê bi tevahiya dengan Iddîayên eşkencekirina Ocelan red kir û got: Iddîayên eşkencekirina Ocelan û serederiya xirab li dijî wî, bê bingeh in û ji rastiyê dûr in.
Parêzerên Ocelan bi bihaneya ku di sala 2008an de, eşkence û serederiyeke xirab li gel rêberê PKKê hatiye kirin, serdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa dabûn.
Ev bû nêzîkî 20 salan Ebdella Ocelan, li girtîgeha Îmraliyê sizaya zindanîkirina hetahetayê diqedîne.
N.O