Amerîka û şeş welatên din destûreke nû ji Sûryê re dixwazin

Her yek ji Amerîka, Birîtanya, Almanya, Firensa, Misir, Urdin, Siûdiye û Netewên Yekgirtî daxwaz dikin ku, lez di danîna destûreke nû de, ji Sûryê re bê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Her yek ji Amerîka, Birîtanya, Almanya, Firensa, Misir, Urdin, Siûdiye û Netewên Yekgirtî daxwaz dikin ku, lez di danîna destûreke nû de, ji Sûryê re bê kirin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, ku duh ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve hat belavkirin, her şeş welatên navhatî li gel Netewên Yekgirtî, daxwaz ji şanderê navdewletî ji bo Sûrya, Staffan de Mistura kirin, ku bizavên xwe zêde bike ji bo amadekirina destûreke nû ji Sûrya re.

Ji aliyê xwe ve, Staffan de Mistura ragihand, ku welatên beşdar di Astana de, gotûbêj li gel wî kirine, daku hemû alî lezê di danîna destûreke nû de ji bo Sûryê bikin.

Îro jî Şanderê Amerîka yê taybet bi karûbarên Sûryê James Jeffrey, li ser pirsa pêşeroja Kurdan li Rojava Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ragihand, ku Amerîka li gel yekîtiya Sûrya û Iraqê ye û her çarekirinek ji bo pêkhateyên herdu welatan, divê bi riya destûr û hilbijartinan be.

Herwiha James Jeffrey got: Beşar Esed nikare xwe bigehîne navçeyên petrol û xazê li Sûryê û Amerîka wê rê li ber wî bigire.

N.O