Rûsya: Em qebûl nakin çekdarên Idlibê bên veguhestin

Rûsya radighîne, divê çekdarên li Idlibê bên jinavbirin û ew qebûl nake, ew ji bo cihekî din bên veguhestin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radighîne, divê çekdarên li Idlibê bên jinavbirin û ew qebûl nake, ew ji bo cihekî din bên veguhestin.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnamevanî de li avahiya Neteweyên Yekgirtî li Newyorkê ragihand, ew qebûl nakin terorîstên li Idlibê ji bo cihekî din bên veguhestin û divê ew çekdar bên jinavbirin. tekez kir, Amerîka di jihev cudakirin a grûbên myanrew ji çekdarên Cebhet elNusre de, serkeftî nebû û şkestin anî.

Wezîrê derve yê Rûsyayê got jî, ew kar ji bo dûrxistina welatiyên sivîl, ji metirsiyan dikin.

 

 

C.B