FT: Tirkiye lipêş bijardeyên zehmet e

Ligor Gardner, hilbijartina hin bijardeyan dikarin bandorek xerab li babetên din bikin û ev yek Erdogan û sistema wî xistin e pêş rewşek aloz...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Financial Times (FT) a Ingilistanê destnîşankir ku, Tirkiye hatiye qonaxek weha ku, di demek kin de dive biryara bijardeyên zehmet bide.

Di gotara berpirsiyarê nûçeyên derve yê Financial Times David Gardner dinivîse ku, biryarên girêdayî – pêwendiyên bi Rûsya re, aloziya Sûriye, rewşa girtîbûna Brunson, xerabiya aborî, şkestina lîreyê Tirkî, pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewrûpa (YE) hemû di rojeva germ a Tirkiye de ne.

Herweha ligor Gardner, hilbijartina hin bijardeyan dikarin bandorek xerab li babetên din bikin û ev yek Erdogan û sistema wî xistin e pêş rewşek aloz.

 

 

C.B