Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêjkirin

Îro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêjkirin.

Îro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya. Di civînê de prosêsa siyasî ya Îraqê û qonaxa bê gotûbêjkirin. Tekezî liser prosêseke siyasî ya tendurist bo dema niha û pêşerojê re kirin, bi şêweyekî ku xwest û hêviyên pêkhateyên Îraqê pêk werîn. Hemû pêkhate xwe di nava prosêsa siyasî ya birêvebirina welat de bibînin. Di çarçoveya aramî û serkeftina prosêsa siyasî de, parêzgariyê li binemayên lihevhatin û hevsengî û hevbeşiyê bê kirin.

Di civînê de, Amirî tekezî  li giringiya hevbeşiyek bibandor a Herêma Kurdistanê di prosêsa siyasî ya Îraqê de  û çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexda ligor Destûrê kir. Herweha hevbeşiya Herêma Kurdistanê di prosêsa siyasî ya Îraqê de, bi binemayek sereke ya serkeftina prosêsê binav kir. Ji bo vê mebestê jî, Amirî berdewamiya danûstandin, gotûbêj û civînên di navbeyna Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi pêwîst zanî.

Her du aliyan pirsa damezirandina kabîneya  bê ya hikûmeta federal a Iraqê behskirin. Hevkarî û piştevanî bo Adil Ebdulmehdî tekez kirin, ku ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin.

 

 

C.B