Rûsya: Divê Amerîka hêzên xwe ji Sûryê bikişîne

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, ku divê hêzên Amerîkê ji devera Tenef vekişin û kampa Rukban a li ser sînorên Urdinê bê girtin

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, ku divê hêzên Amerîkê ji devera Tenef vekişin û kampa Rukban a li ser sînorên Urdinê bê girtin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Vershinin ji Ajansa Novosti ya Rûsî re ragihand, ku Rûsya rijd e li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji devera Tenef û divê kampa Rukban a li ser sînorên Sûryê û Urdinê bê girtin û got: Hêzên Amerîkî bi awayekî neyasayî dest li ser wê deverê danîne.

Derbarê rewşa mirovî li Kampa El-Rukban a li ser sînorên Sûryê û Urdinê, Sergey Vershinin diyar kir, ku divê ew kamp di dawiyê de bê girtin, daku penaberên Sûrî vegerin bajar û cihên xwe yên resen û bi gotina wî: Ev erkek e û niha ew kar li ser dikin da were bicîkirin.

Hevdem li gel van daxuyaniyan, Fermandarê Serkirdatiya Navendî ya Artêşa Amerîka li Rojhilata Navîn (Joseph Votel) kir, ku heya hêzên Îranî li derveyî sînorên Îranê hebin, wê Amerîka hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûryê bihêle.

N.O