Pispor: Yekîtiya Ewropayê li ber belavbûnê ye

Wek li hemû cîhanê, ev demeke dirêj e li Tirkiyê jî xetên li ber şikestinê ên di nava YE ku piştî Breksîtê hê berbiçavtir bûn tên nîqaşkirin. Li gorî Prof. Dr. Simon Bulmerê ji Zanîngeha Sheffieldê ev 10 di nava YE qeyran heye û hêdî hêdî ber bi belavbûnê ve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Wek li hemû cîhanê, ev demeke dirêj e li Tirkiyê jî xetên li ber şikestinê ên di nava YE ku piştî Breksîtê hê berbiçavtir bûn tên nîqaşkirin. Li gorî Prof. Dr. Simon Bulmerê ji Zanîngeha Sheffieldê ev 10 di nava YE qeyran heye û hêdî hêdî ber bi belavbûnê ve diçe.

Li ser krîza di nava YE de û pêywendiya wê ya bi Tirkiyê re, bi moderatoriya Muhîttin Atamanê Dîrektorê Lêkolînên polîtîkayên Derve yê SETAyê û beşdariya Prof. Dr. Simon Bulmerê ji Zanîngeha Sheffield û Çîgdem Nas ya ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê beşa Pêywendiyên Navneteweyî û Siyasetnasiyê li Stenbolê panelek birêve çû.

Di panelê de axaftina pêşîn Simon Bulmer kir û da zanîn Yekîtiya Ewropayê (YE) di 10 salên dawîn de li beramberî qeyranên gelekî mezin rûbirû maye û her diçe jî ev tevîhevî kûr dibe û bandoreke neyînî jî li Tirkiyê dike. Bulmer di axaftina xwe de bal kişande ser prosesa Brexitê û rola Almanyayê ya di nava Yekîtiya Ewropayê jî.

Zanîngeha Sheffield Beşa Polîtîkayê di panelê de Prof. Dr. Simon Bulmer got: "Em nizanin bê wê Brexit çawa encam bide. Hîna jî rewş gelekî tevlîhev e. Vê yekê bi xwe e rê li ber peydabûna kêşeyên din jî vekiriye. Wek dengên neyînî. Mînak Polonya û Macarîstan li dijî yekîtiyê derdikevin di warê polîtîkayên penaberan de. Ji bilî vê niha di nava YE de qeyrana rêhberiyê jî heye. Diyar e wê Merkel biçe û eger e careke din têkîliya Franko-Alman zindî bibe û Macron rûne ser qoltixê şifêriyê yê Yekîtiya Ewropayê. Ev yek jî wê bibe sedem ku hêdî hêdî YE belav bibe."

Ji Zanîngeha Yildiz Teknîk'e Çîgdem Nas jî diyar kir, ji salên 1990 heta niha di nava YE qeyran heye. Kêşeyên di nava wê de û ezmûnên derbarê berfirehbûnê de bandor li têkîliya wê ya bi Tirkiyê re jî kir. Berî wextê xwe pejirandina endamtiya Romanya û Bulgarîstanê, raksiyona endamên nû ya li dij nirxên YE û tevgerîna dij nirxan, şik û gûmanên li hember berfirehbûna yekîtiyê hîn zêdetir kir.

Çigdem Nas dibêje: "Bi Tirkiyê re peyman hate kirin. Lê ew peymana yasayî ku ji aliyê Fransa û Hollanda ve hate redkirin bi xwe re kir ku encamên giring rû bidin. Lewma jî di nava raya giştî ya wan bixwe de li dij YE nêrînên bi şik peyda bûn. Rewşa aborî ya Yewnanîstanê, qeyrana Ukraynayê, qayişkêşana bi Rûsyayê re û qeyranên koç û penaberan kir ku ew çewsandina li ser YE hîn zêdetir bibe. Tirkiye ji bo YE welatekî giring e û nikarin wê paşgo bikin. Tirkiye ji bo yekîtiyê mijara ezmûnê ye."

Berûvajî Simon Bulmer, li gorî Prof. Dr. Ali Resul Usul jî, di 10 salên dawîn de digel qeyranên aborî, prosesa Brexitê, rewşa homojen û xetên jeopolîtîk jî en ku di nava YE de peyda bûne, wê nebe sedema belavbûna wê.