Sê welatan ji Amerîka xwestine ku êrîşî Îranê bike

John Kery: Şahê Siûdiyê, Şahê Urdinê û serokê berê yê Misrê Husnî Mubarek, ji min re gotin: Divê Amerîka êrîşî Îranê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka John Kery, hişyarî derbarê pêketina şerekî li dijî Îran ragihand û eşkere kir, ku berî encamdana Rêketina Etomî, çend welatan ji Amerîka xwestin ku êrîşî Îranê bike.

John Kery diyar kir, ku vekişîna Amerîka ji Rêketina Etomî, egera belavbûna kêşeyan li navçeyê zêde kiriye, ji ber ku hin kes hene, gellekî hez dikin ku Amerîka êrîşî Îranê bike.

Kery di daxuyaniyekê de, ji Encûmena Pêwendiyên Derve ya Amerîka re got: Şahê Siûdiyê, Şahê Urdinê û serokê berê yê Misrê Husnî Mubarek, ji min re gotin: Divê Amerîka êrîşî Îranê bike.

N.O