Operasyonên dijî HDP bênavber berdewam in

Li gor ragihandina Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li 6 bajarên wekî, Wan, Muş, Mêrdîn, Agirî, Enqere û Rihayê li dijî HDPyê operasyoneke berfireh birêve çûye û di encamê de 49 kes hatine girtin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê bênavber berdewam dike, endam û rojane rêveberên wê tên girtin.

Li gor ragihandina Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê li 6 bajarên wekî, Wan, Muş, Mêrdîn, Agirî, Enqere û Rihayê li dijî HDPyê operasyoneke berfireh birêve çûye û di encamê de 49 kes hatine girtin. Hat zanîn di nava girtiyan de Hevserokê Şaxa Batmanê yê HDPyê Nîzamettîn Toguç jî heye.  Bi vê operasyonê di nava  2 rojan hejmara kesên ko bi tohmeta pêwendiyên wan bi PKKyê re heye hatine girtin, gihişt 137 kesan.

Herwiha parlementerên HDPyê yên vê heyamê jî bi rîska zindanîbûnê re rûbirû ne. Lewra Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê 12 parlementerên HDPyê de bi tohmeta bangeşekirina PKKyê sikala amade kir û şand Parlementoya Tirkiyê. Serdozgerî daxwaza rakirina parêzbendiya parlementeran dike û ger parlemento daxwaza serdozgeriyê bîne cih dê parlementerên HDPyê werin dadgehkirin.

Li gor HDPyê Hikûmeta Tirkiyê dixwaze siyaseta kurdî qedexe bike û rê liber serkeftinên nû yên HDPyê bigre.

 

 

 

C.B