Pispor: Eger heye Tirkiye operasyonekê li Idlibê pêk bîne

Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê zehmete ku heta 15ê Cotmehê ji hevcihêkirinek pêk bê.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Rêkeftina Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li Idlibê ji bo ji hev cihêkirina hêzên tundrew û netundrew û herêmeke ji çekên giran bê paqijkirin çend rojên din bidawî dibe. Bi boçûna hin pisporên Tirkiyê zehmete ku heta 15ê Cotmehê ji hevcihêkirinek pêk bê, loma eger heye Tirkiye operasyonekê li ser hêzên tundrew pêk bîne. Ligel vê yekê di parlemntoya Tirkiyê de dirêjkirina tezkereya destura operasyonên dersînorî dide artêşa Tirkiyê hate dirêjkirin hin pispor dibêjin armanca vê dirêjkirinê amadekariyên operasyona bo ser rojhelatê Feratê ye.

Li ser Idliba keleha dawî ya di destê mixalîfan de ye di navbera Tirkiye û Rusyayê de li Soçiyê rêkeftinek pêk hatibû û li gorî vê rêkeftinê divê heta 15ê Cotmehê Tirkiye hêzên tundrew û netundrew ji hev cihê bike. Ji ber egera ku rêxistinên radîkal çekên xwe nedeynin ev demekî ye Tirkiye bo sînorê Sûriyeyê leşkeran vediguheze.

Ev mijar di rojeva pisporên Tirkiyê de jî bi berfirehî cih digre û li gorî pisporê Rojhilata Navîn Profesor Sencer Îmer heta 15ê Cotmehê neminkun e ku hêzên tundrew ji Idlibê bên derxistin loma îhtimal heye ku Tirkiye operasyoneke bejahî pêk bîne.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof.Dr. Sencer Îmer li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Li gorî rêkeftina Soçiyê hewceye Tirkiye rêxistinên tundrew û yên netundrew ji hev cihê bike. Lê belê ev yek bi 10 -15 rojan çênabe. Di vê mijarê de bareke giran dikeve ser milê îstîxbarata Tirkiyê. Ji loma jî Tirkiye ji bo ku pêşiya bombebarana Rusya û Sûriyê ya ser Idlibê bigre û nehêle ku pêleke nû ya peneberan berev sînorên Tirkiye bê dê li Idlibê kolan bi kolan tax bi tax dest bi paqijiya hêzên tundrew bike. Veguhestina leşkerên bo ser sînorên Idlibê jî amadekariyên vê yekê ne. Helbet ji bo vê yekê jî hewceye bi rejîma Sûriyê û Rusyayê re bê axftin.”

Li aliyê din piştî ku parlamentoya Tirkiyeyê vebû tezkereya ku destûrê dide artêşa Tirk operasyonên dersînorî li ser Sûriye û Iraqê pêk bîne ji bo salekê hate dirêjkirin.

Pispor dibêjin herçiqas ev dirêjkirin proseyeke rûtîn be jî bingeha amadekariyên operasyoneke bo ser deverên di destê YPGê de tê kirin û bi vê yekê tê xwastin ku li Idlibê leşker bên zêdekirin.

Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda dibêje: “Li ser erdnigariya Sûriye û Iraqê ji bo Tirkiyê operasyonên dersînorî bo parastina sînorên xwe girîng in. Niha li Iraqê ji xwe operasyoneke dersînorî heye. Armanca dirêjkirina tezkereyê ya sereke ew e ku li Sûriyê li ser deverên di bi kontrola YPGê ya ku Tirkiye ji bo xwe weke gefeke mezin dibîne operasyonên berfireh pêk bîne, taybetî jî li ser Rojhilatê Feratê. Helbet rojên pêşiyame diyardeyên vê yekê dê xwe bidin der.”

Tezkerya ku destûrê dide Hikûmeta Tirkiyê operasyonên dersînorî pêk bîne li ser Sûriye û Iraqê di parlemntoya Tirkiyê de bi dengên parlemnterên Ak Partî, Partiya Netewperast MHP, Partiya Komarî a Gel CHP û partîya Îyî ve hate qebûlkirin, HDPê jî ji bo tezkereyê dengê xwe bikar neanî.