Li bajarê Essen yê Almanya Miş'el Temo bibîr hat
K24 - Almanya
Li bajarê Essen yê Almanya salvegera 7emîn a terorkirina Sekreterê Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûryê Miş'el Temo bi bîr hat. komek ji çalakvan û siyasetmedarên Kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê ji bo zindîkirina hizir û ramanên Miş'el Temo amade bûn. Bi ser ku rewşa Şepêlê piştî oxira wî aloz bûye, lê Miş'el Temo weke sembola xebatê ji hemû aliyan ve rêz lê tê girtin. Herwiha weke rikaberê rêjîma Sûriyê yê ku gelek caran hatibû zindanîkirin û kolnedana wî bû sedema terorkirina wî.
Siyasetmedar Dr. Luqman Hisên li ser Miş'el Temo got: “Karîzemeke şehîd Miş'el Temo wek kesayetekî siyasî û rewşenbîr hebû, bi gotara xwe ya xurt, karîbû xort li dora xwe kom bikirina, ji ber wê jî rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê jê ditirsiyan, ku roleke mezin di şoreşa Sûriyê ya aştiyane de bilîze, ji ber wê jî ew teror kirin.”
Miş'el Temo ji bo çarçoveya mafê çareserî ji bo gelê Kurd li Sûriyê û Sûriyayeke demokrat de bo her kesî xebata xwe ya siyasî dikir. Herwiha xebata rewşenbîrî jî di şopand. Ew yek ji damezrênerên Korbenda Celadet Bedirxan li Qamişlo bû. Miş'el Temo gelek karvedanên erênî li ser civaka sûrî hiştin û bandoreke mezin xiste ser hêzên oposyonê û bawerî pê kirin bi mafên gelê kurd li sûryê .
Rewşenbîr Welîd Ebdulle dibêje: “Miş'el Temo ji her Sûriyekî serif û azad re sembol e û wê bimîne sembol. Em wek miletê Sûriyê sozê didin hemû şehîdên şoreşa xwe ji Kurd, Ereb û Aşûrî, çi netew yan ol be. Miş'el Temo dema diaxivî wiha zîrek bû ku divabû xelk guhdar wî bikin, ji ber wî ji bo Sûriyayeke demokrat ji hemû Sûriyê re bang dikir.”
Bi şehîdkirina Miş'el Temo gelek nerazîbûnên herêmî û cîhanî li pê xwe anîn û wê demê fişareke mezin li ser hikûmrta Sûriyê çêbû, ku nikarî bûn bi eşkere wî teror bikin, lê bi rêya sîxorên xwe yên li Qamişlo ew şehîdkirin.