Hevalekî Xaşikçî: Me nekarî kuştina wî asteng bikira

Parlamenterekî berê yê AK Partiyê û hevalê rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşikçî, Yasîn Aktay dibêje, ew nekarîne kuştina bihovane ya Cemal Xaşikçî asteng bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterekî berê yê AK Partiyê û hevalê rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşikçî, Yasîn Aktay dibêje, ew nekarîne kuştina bihovane ya Cemal Xaşikçî asteng bikin.

Li Tirkiyê hefteyek e ti agahî li ser ji rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşikçî nîn e, dengoyê ku Kaşikçi di Konsolxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê hatibe kuştin belav dibe.

Parlamenterê berê yê AK Partî Yasîn Aktay da xuyakirin, kuştina Xaşikçî, di heman demê de operasyona hember Tirkiyê ye.

Aktay ku di heman demê de hevalê Cemal Xaşikçî ye got, heta ew ji bûyerê agahdar bûne, êdî nekarîne tiştek bikin, ji ber ku pir zû û bi awayeke hovane hatiye kuştin û perçekirin.

Li gor Aktay, Cemal Xaşikçî di Konsolxaneya Siûdiyê de hatiye kuştin û piştre hatiye perçe perçekirin û ji balyozxaneyê hatiye derxistin.

Hat ragihandin, Cemal Xaşikçî berî ku biçe Konsolxaneyê, ji destgirtiya xwe re gotiye, heger ew ji konsolxaneyê venegeriya û winda bû, bila bi riya telefona hevalekî wî bike. Hevalê Xaşikçî jî Yasîn Aktay bixwe ye.

Yasîn Aktay da xuyakirin, tiştê ku Xaşikçî kiriye armancê rêveberiya Siûdî ew e ku, rexne li kiryarên dijî rojnamevan û zanayan kiriye û dijî binçavkirinên bêserûber derketiye.

 

S. B