Kişlakçî: Cemal Kaçikçî bi awayekî hovane hatiye kuştin

Di derbarê rojnamegerê windayê Siûdî Cemal Kaşikçî de piştî 6 roan yekemcar Erdogan ragihand, ew ê hate dawiyê vê bûyerê bişopîne û ew naxwaze ku bi encameke neyînî re rû bir û bimîne. Serokê Komelaya Rojnamegerên Tirk û Areb Turan Kişlakçî jî îdia kir Cemal Kaçikçî bi awayekî hovane hatiye kuştin.
kurdistan24.net

 

Di derbarê rojnamegerê windayê Siûdî Cemal Kaşikçî de piştî 6 roan yekemcar Erdogan ragihand, ew ê hate dawiyê vê bûyerê bişopîne û ew naxwaze ku bi encameke neyînî re rû bir û bimîne. Serokê Komelaya Rojnamegerên Tirk û Areb Turan Kişlakçî jî îdia kir Cemal Kaçikçî bi awayekî hovane hatiye kuştin.

Yek ji wan bûyerên ku li ser rûyê dinyayê kêm rû didin li Tirkiyê rû da. Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi di 2ê Kewçerê de ji bo ku ewraqên fermî ên zewacê ragire çû Konsolxaneya Stenbolê ya Siûdî Erebîstanê, lê ev 6 roj in ji wê rojê heta roja îro tû agahî jê nîn e. Rêveberên Siûdî derbarê vê bûyerê de dibêjin, Cemal Kaşikçi li nava Konsolxaneyê nehatiye kuştin, piştî karê xwe bi dawî aniye ji konsolxaneyê derketiye. Li gorî hêzên ewlahiyê yên Tirkiyê jî rojnamgerê Siûdî di nava Konsolxaneyê de hatiye kuştin û termê wî jî ji nava konsolxaneyê hatiye derxistin. Li ser vê bûyera dê rê li ber qeyraneke yasayî veke, di nava Tirkiye û Siûdî Erebîstanê de piştî 6 rojan yekemcar Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek ragihand.

Erdogan got: "Birêz Cemal hevalekî min e ku ez ji berê de wî nas dikim. Hem li Balyozxaneyê û hem jî li balefirgehê hemû çûn û hatin di bin kontrolê de ne. Ez hêvî dikim ku em bi bûyereke nebaş re rû bi rû nemînin. Ez dê heta dawiyê vê bûyerê bişopînim. Kontrola vê yekê jî di destê hêzên ewlehiya me de ye."

Piştî daxuniya Serokkomarê Tirkiyê, Serokê Komeleya Rojnamegerên Tirk û Areb Turan Kişlakçî bi îdiayeke balkêş derkete pêşberî çapemeniyê û diyar kir, Cemal Kaşikçî bi awayekî hovane hatiye kuştin û di destê rêveberên Tirk de delîl hene, ew delîl wê heta çend rojan bên ragihandin.

Serokê Komeleya Rojnamegerên Tirk û Areb Turan Kişlakçi ji K24ê re wiha axivî: "Serê me hemûyan û yê dinyayê sax be. 2 roj berê agahî hatibû ber destê me. Me doh pişterast kir. Agahiya kuştina wî rast e. Li gorî agahiyên li ber destê me bi awayekî hovane hatiye kuştin. Wê rêveber di nava 2 rojan de daxuyaniyekê ragihînin. Di destên wan de delîlên ciddî hene."

Hevalê rojnameger Cemal Kaşikçî, Ahmed Alîogluyê rojnamegerê Filistînî jî li ber konsolxaneya Stenbolê ya Siûdî Erebîstanê, derbarê bûyerê de ji bo Kurdistan 24ê axivî û diyar kir, di vê sedalê de ew wek rojnamegerekî ji ber vê bûyerê şaş û metal maye.

Ehmed Alîoglu dibêje: "Ez Cemal Kaşikçi ji nêzîk ve dinasim. Hevalekî min bû jî. Em di şokeke mezin dene. Mêrik tê vê derê dikeve hûndirû, lê em nizanin derketiye an na? Digel ku havîrdora konsolxaneyê jî tijî kamerane. Lê em zanin ku Kaşikçi hate kuştin. Di nêzîkte wê bi awayekî fermî bê ragihandin."

Di serdema qeyrana Qetarê de di nava Tirkiye û Siûdî Erebîstanê de rageşiyekê rû da bû. Heta pêywendiyên her dû welatan hatibû qonaxa qûtbûnê. Li gorî çavdêrên siyasî kuştina rojnamegerê Sîûdî ya li konsolxaneya Stenbolê jî wê rê li ber qeyraneke nû veke, di nava Tirkiye û Sîûdî Erebîstanê de.