Ebdilmehdî: Sizayên Amerîkî li dijî Îranê neyasayî ne

K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Adil Ebdilmehdî ragihand, ku sizayên Amerîkî li ser Îranê, li dijî yasayên navdewletî ne û bandora wan li ser Iraqê heye.
Adil Ebdilmehdî li ser Twittera xwe nivîsiye: Sizayên Amerîkî li ser Îranê, yasayên navdewletî binpê dike û ziyanê li Iraqê û welatên navçeyê dike.
Herwiha ragihand, ku berî ew helwesta xwe li ser wan sizayan rabigehînin, pêwîst e encamên wan li ser Iraqê bêne diyarkirin.
N.O