"Îran 18 milyar Dolar ji bo piştevanîkirina terorê xerc kiriye"

Wezareta Derve ya Amerîka di raporekê de eşkere kir, ku di heyama 8 salên derbasbûyî de, Îran bêtirî 18 milyar Dolar ji bo piştevanîkirina terorê li Iraq, Sûrya û Yemenê xerc kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Derve ya Amerîka di raporekê de eşkere kir, ku di heyama 8 salên derbasbûyî de, Îran bêtirî 18 milyar Dolar ji bo piştevanîkirina terorê li Iraq, Sûrya û Yemenê xerc kiriye.

Girûpa Karên Taybet bi Îranê di Wezareta Derve ya Amerîka de, raporek amade kiriye û têde piştrast kiriye, ku Rêjîma Îranê bi riya Feyleqa Qudsê ya ser bi Supaya Pasdaran ve, ew pere bi riyên cuda radestî wan mîlîşya û girûpan kiriye, ku ji bo berjewendiya Îranê, li welatên navçeyê şer dikin.

Di raporê de, kiryarên wêrankir ên Îranê li navçeyê, bi riya piştevanîkirina terorê û pirogramê mûşekî û xwedizîn ji sizayan û gefên deryayî û emnî û binpêkirina mafên mirovan û ziyangihandin bi jîngehê, hatiye zelalkirin.

Herwiha balkişandiye ser wê yekê, ku Îran berdewam e li ser parastina endamên girûpa El-Qaîde û mafê manê li cem xwe daye wan û hejmarên mezin ji çekdaran li Sûrya û navçeyên başûrî Asya belav kiriye.

N.O