Medya Tirkiyê girte vîdyoyeke giring derbarê Xaşuqçî belav dike

Tora (24-TV) a Tirkî, parçe vîdyoyeke giring ji kamîreya çavdêriyê, derbarê kêlîka derbasbûna Cemal Xaşuqçî ji bo kunsulxaneya welatê xwe li Stenbolê belav kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tora (24-TV) a Tirkî, parçe vîdyoyeke giring ji kamîreya çavdêriyê, derbarê kêlîka derbasbûna Cemal Xaşuqçî ji bo kunsulxaneya welatê xwe li Stenbolê belav kir.

Di girte vîdyoyê de, diyar dibe ku Xaşuqçî roja Sêşemê 2ê vê mehê, demjimêr 13:14 bi dema Stenbolê derbasî avahiya kunsulxaneya Siûdî bûye û di heman demê de, otobîseke reş jî li nêzîkî kunsulxaneyê tê dîtin.

Piştî ku Xaşuqçî derbasî kunsulxaneyê dibe, otobîsa reş jî derbas dibe û demjimêr 15:08 ji kunsulxaneyê derdikeve û berê xwe dide mala Kunsulê Siûdiyê li Stenbolê, kêlîkekê ew otobîs li pêşya mala Kunsul radiweste û piştre derî jê re tê vekirin û derbasî nav mala Kunsul dibe.

Derbarê nebedîbûna Xaşuqçî, Hikûmeta Tirkiyê dest bi lêkolînê kir û ji Siûdiyê xwest ku moletê bide tîmên lêkolînê, daku derbasî nav kunsulxaneyê bibin û pişkinînê bikin. Piştî ku Hikûmeta Siûdiyê daxwaza Tirkiyê erê kir, Tirkiyê ragihand, ku ewê bi riya tîrêjeke taybet pişkinînê di nav kunsulxaneyê de bike û heger yek dilopa xwînê li nav kunsulxaneyê berî demekê hatibe rijandin û hatibe şûştin jî, ewê bi riya wê tîrêjê eşkere bikin, lê dema ku tîm gihişte ber deriyê kunsulxaneyê, zêrevanan ji endamên tîmê re gotin: Niha Kunsul neamade ye û divê hûn careke din bên.

N.O