Erdogan êrîşî Siûdiyê dike

Erdogan: Gelo kes gotina Sûdiyê bawer dike, dema dibêje: Roja nebedîbûna Xaşuqçî kamîreyên çavdêriyê yên kunsulxaneya wan li Stenbolê kar nekirine.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku welatê wî awayekî hûrbîn lêkolîn li ser nebedîbûna rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî dike û got: Em nerazî ne li ser wê şiroveya ku Siûdiye ji vê doseyê re dike.

Berî niha ajansa Reuters ragihandibû, ku Xaşuqçî di avahiya kunsulxaneya Siûdiyê de hatiye kuştin, li Siûdiyê vê yekê red dike.

Polîsê Tirkiyê jî, ji yekem roja nebedîbûna Xaşuqçî ve, ragihand ku navhatî roja 2ê vê mehê derbasî kunsulxaneya Siûdiyê bû û heya niha derneketiye.

Berpirsên Siûdî didin xuyakirin, ku roja nebedîbûna Xaşuqçî kamîreyên çavdêriyê yên kunsulxaneyê kar nekirine û vê yekê gumanek mezin li cem Erdogan çêkiriye, ku destê Siûdiyê di nebedîbûna Xaşuqçî de hebe.

Erdogan got: Gelo kes gotina Sûdiyê bawer dike, dema dibêje: Roja nebedîbûna Xaşuqçî kamîreyên çavdêriyê kar nekirine.

Herwiha got jî: Ne em tenê bi guman in, her ku diçe guman bêtir dibin û niha Amerîka jî dilgiran bûye.

Her di wê çarçoveyê de, îro 22 kongirêsmanên Amerîkî, peyamek ji Serokê Amerîka re şandin, daku lêkolînê derbarê Xaşuqçî destpê bike.

N.O