Serbiya li Kurdistanê Konsûlxanayê vedike

K24 – Navenda Nûçeyan
Serbiya destpêka sala bê qonsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vedike.
Balyozê Sirbiya li Îraqê Uroş Balov ji Kurdistan 24 re ragehand ku, welatî bi niyaz e Konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke û da zanîn ku, ev yek gavek giring e bo bihêzkirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Serbiya de.
Her îro Uroş Balov ligel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê de behsa bihêzkirina pêwendiyên Serbiya û Kurdistanê hatibû kirin. Di wê civînê de Balov qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorê û ewleyiya herêma Kurdistanê wekî binameyek mîsogerî û istiqrarê binav kiribû.
C.B