IHD: Li Wanê binpêkirinên maf û azadiyan gelek in

Komeleya Mafên Mirovan İHD ya Wanê, rapora binpêkirinên 9 mehan ragihand. Hat daxuyandin ku binpêkirin, ji daneyên ku tên ragihandin gelek zêdetirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafên Mirovan İHD ya Wanê, rapora binpêkirinên 9 mehan ragihand. Hat daxuyandin ku binpêkirin, ji daneyên ku tên ragihandin gelek zêdetirin, lê daneyên ku tên ragihandin, ji serîlêdanên welatiyan û buyerên ku di medyayê de hatine weşandin pêk tên.

Serokê ÎHD ya Wanê Murat Melet balê kişand ku, rewşa awarte hatibe rakirin jî, kiryar wek rewşa awarte li heremê berdewam dike û destûr nayê dayîn ku, daxuyanî û xwepêşandanên demokratîk bên kirin. Melet dîsa balê kişand ku, şer û pevçûn berdewam dikin û ji aborî heta jiyana civakî dibe sedema têkçûnan.

Di raporê de hat ragihandin ku di 9 mehên 2018'an de, 8 hezar û 459 buyerên binpêkirina mafên mirovan tenê li Wanê rûdane û kuştin, girtin, êşkence û zextên civakî berdewam dikin. Daxwazî hat kirin ku şer û alozî rawestin û pirsa Kurd di serî de, hemû pirsgirêk bi rêyên diyalog û danûsitendinê bên çareser kirin.

 

 

C.B