Rûsya gefê li Rojhilatê Firatê dike

Rûsya radighîne, Amerîka hewl dide dewletek ne rewa li rojhilatê ava Firatê li Sûriyê ava bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radighîne, Amerîka hewl dide dewletek ne rewa li rojhilatê ava Firatê li Sûriyê ava bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgey Lavrov di daxûyaniyekê de ji bo medya Fransî ragihand, Amerîka digel Hevpeymanên xwe yên Sûriyê beriya her kesî Kurd, dixwaz e dewletek ne rewa li rojhilatê ava Firatê ava bike. Tekez kir, ew di wê baweriyê de ye ku, Idlib ne dawî pirsgirêka li Sûriyê ye, pirsgirêk li rojhilatê Firatê jî heye, û karek ji aliyê Rûsya ve nayê qebûl kirin, li wir tê kirin.

Lavrov got jî, Amerîka li wir saziyên desthilatê li cihê saziyên hikûmeta rewa ava dike, û kar li ser vegera penaberan dike.

Wezîrê derve yê Rûsya got jî, Amerîka û Fransa û hin welatên rojavayî naxwazin rewşê ji bo vegera penaberên Sûriyê ji bo deverên di bin kontrola hikûmetê de baş bikin, ji bo ku proseya siyasî destpê neke. Pirsyar kir, jiber çi Amerîka wê yekê, li rojhilatê çemê Firatê naxwaze?

Di derbarê Idlib de jî Lavrov got, rêkeftina wê parêzgehê demkî ye, û dema ku desthilata hikûmetê vegere wê deverê, dê rêkeftin jî bidawî bibe.

 

 

C.B