Tirkiyê kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê pişkinîn dike

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku îro êvarî wê tîmên lêkolînê yên Tirkiyê, li ser pirsa nebedîbûna Cemal Xaşuqçî, kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê pişkinîn bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku îro êvarî wê tîmên lêkolînê yên Tirkiyê, li ser pirsa nebedîbûna Cemal Xaşuqçî, kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê pişkinîn bike.

Malpera RT a Rûsî ji ser zimanê hin jêderên dîplomatîk ên Tirkiyê ragihand, ku biryar e îro êvarî tîma lêkolînê ya hevbeş di nav Tirkiyê û Siûdiyê de, avahiya kunsuliya Siûdiyê li Stenbolê pişkinîn bike.

Cemal Xaşuqçî ji 2ê vê mehê de nebedî bûye û her yek ji Tirkiyê û Siûdiyê, zaniyariyên cuda li ser vê pirsê didin, di dema ku Tirkiyê dibêje: Xaşuqçî di roja Sêşemê de, 2ê vê mehê li Stenbolê, derbasî avahiya kunsuliya Siûdiyê bûye û ji wê demê ve derneketiye û nebedî bûye, Hikûmeta Siûdiyê vê yekê red dike û tekez dike, ku navhatî piştî ku karên xwe bidawî kir, di demeke kin de, ji avahiya kunsuliyê derket.

Pirsa nebedîbûna Xaşuqçî kervedanên navdewletî jî li pey xwe anî, di rojên derbasbûyî de, 22 kongirêsmanên Amerîkî ji Serokê welatê xwe xwestin, ku daxwaza encamdana lêkolînê di vê pirsê de bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîka Donald Trump hişyarî da, ku ewê bi tundî Siûdiyê siza bide, heger destê berpirsên wê di nebedîbûna Xaşuqçî de hebe.

N.O