Ewropa zêdetir ji 68 milyon Euro dide Iraqê

Di civîna îro ya wezîrên derveyê yên Ewropayê li Luxembourgê de, bi piraniya dengan biryar hat dayîn, 68.8 milyon Euro ji bo avedankirina Iraqê bê terxankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna îro ya wezîrên derveyê yên Ewropayê li Luxembourgê de, bi piraniya dengan biryar hat dayîn, 68.8 milyon Euro ji bo avedankirina Iraqê bê terxankirin.

Li gor wê biryarê, ev birê pereyan ji bo sê armancan e, bihêzkirina aramî û ewlehiya Iraqê, rûbirûbûna rêxistinên teroristî û hevkariya tîma Yekîtiya Ewropa û tîma NATO ji bo rahênankirina hêzên Iraqî.

Yekîtiya Ewropa ji sala 2007an ve bernameya avedankirina Iraqê daniye, salane birek pere terxan dike. Li gor biryarê jî ta sala 2020an ew birê pereyan tê xerckirin.

 

S. B