Tirkiye: Xaşuqçî berî bê kuştin hatibû îşkencedan

Ajansa Reuters: Jêderekî emnî Tirkî tekez kiriye, ku niha tomareke dengî li ber destê polîsê Tirkiye heye ku kuştina Cemal Xaşuqçî, di nav kunsulxaneya Siûdiyê de li Stenbolê piştrast dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî Ajansa Reuters, jêderekî emnî Tirkî tekez kiriye, ku niha tomareke dengî li ber destê polîsê Tirkiye heye ku kuştina Cemal Xaşuqçî, di nav kunsulxaneya Siûdiyê de li Stenbolê piştrast dike.

Wekî Reutersê behs kiriye, wî jêderî nexwestiye hûrkariyên bêtir derbarê vê mijarê eşkere bike.

Li aliyekî din, çaverê ye îşev li ser razîbûna Hikûmeta Siûdiyê, tîma lêkolînê ya hevbeşa di nevbera Tirkiyê û Siûdiyê de, kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê pişkinîn bike.

Berî niha jî rojnameya The Washington Post a Amerîkî, ji ser zimanê berpirsên Amerîkî û Tirkî veguhestibû, ku Hikûmeta Tirkiyê ji Amerîka re gotiye: Tomareke dengî û girte vîdyoyek li ber destê hêzên emnî yên Tirkiyê ne û piştrast dikin, ku piştî lêpirsîn û eşkencedanê, Xaşuqçî li nav avahiya kunsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê hatiye kuştin.

N.O