Siûdiye li kuştina Xaşuqçî mikur tê

Li gorî raporeke Kenala CNN, biryar e îro Hikûmeta Siûdiyê bi fermî li kuştina Cemal Xaşuqçî mikur bê, ku ji roja 2ê vê mehê ve, li nav kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê nebedî bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî raporeke Kenala CNN, biryar e îro Hikûmeta Siûdiyê bi fermî li kuştina Cemal Xaşuqçî mikur bê, ku ji roja 2ê vê mehê ve, li nav kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê nebedî bûye.

Rapora CNN eşkere kiriye, Siûdiye dixwaze bide xuyakirin, ku wê nexwestiye Xaşuqçî bikjue û tenê xwestiye wî îşkence bide, lê piştre wî di bin îşkenceyê de canê xwe jidest daye.

Herwiha kenala CNN diyar kir, ku niha ew mijûlî amadekirina raporekê ye li ser kuştina Xaşuqçî, ku têde sedema kuştina wî rojnamevanî diyar dike.

Ev yek di demekê de ye, ku Serokê Amerîka Donald Trump berî niha ragihandibû, dibe ku kuştina Cemal Xaşuqçî kiryareke kesî be û pîlaneke Hikumeta Siûdiyê be.

N.O