Îtîlafa Sûriyê ji Amerîka re tekeziyê li ser aktîvkirina proseya siyasî dike

Şandeke Amerîkî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve yê Amerîkî James Jeffrey bi Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re pirsa rêkeftina Idlibê û aktîvkirina proseya siyasî li wî welatî guftûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Amerîkî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve yê Amerîkî James Jeffrey bi Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re pirsa rêkeftina Idlibê û aktîvkirina proseya siyasî li wî welatî guftûgo dike.

Di daxuyaniyekê de ku çapek jê bo K24ê hate şandin tê de hat, Şandeke Amerîkî bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve yê Amerîkî James Jeffrey li Stenbolê bi Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re civiya.

Di civînê de, Serokê Îtîlafê Ebdilrehman Mistefa ji şanda Amerîkî re tekezî li girîngiya karên Komîta Destûrê kir û diyar kir, karên Komîta Destûrê ya bi serperiştiya Netewên Yekgirtî beşek e ji projeya siyasî ye bo çûna ber bi veguhastina siyasî û hilbijartinan ve.

Li ser rewşa Idlibê Ebdilrehman Mistefa da zanîn, rêkeftina Idlibê bilind nirxand û hêvî ji civaka navdewletî xwast ku wê rêkeftinê bike bingehek ji agirbestekê ji tevahiya Sûriyê ye.

Serokê Îtîlafê daxwaz kir, girîngî bi dosya girtiyên di zîndana rêjîma Sûriyê de bê dayîn û nabe bazirganî li ser wê dosyê were kirin. Herwiha daxwaz kir jî, tawanbarên şer û yên çekên kîmawî bikar anîna bêne dadgehkirin.    

 

S. B