Mesrûr Barzanî: Sekna Beşikçi cihê rêzdariyê ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê li paytext Hewlêrê pêşewaziya bîrmend û civatnas Ismail Beşikçi kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê li paytext Hewlêrê pêşewaziya bîrmend û civatnas Ismail Beşikçi kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî balkişand giringiya sekn û helwêsta Beşikçi û jiber vê seknê, spasiyên xwe arasteyî Ismail Beşikçi kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê destnîşankir ku, helwêsta Ismail Beşikçi girêdayî doza rewa ya gelê Kurdistanê, bîr û ramanên wî liser gel û doza Kurdistanê, li cem welatparêz û parêzvanên azadiyê cîhê rêzdariyê ne.

Beşikçi balkişand ser ewleyî, aramî û pêşkeftina Kurdistanê. Anî ziman ku, doza Kurdistanê di astek bilind de ye û Civata Navneteweyî dive peyama gelê Kurdistanê bikaribe bixwîne.

Beşikçi herweha destnîşankir ku, gihiştina çareseriya doza Kurdistanê, di berjewendiya tevayiya herême de ye.

Bîrmend-Civatnas beşikçi duhî ligel Serok Barzanî jî, hevdîtinek lidar xistibû.

 

 

C.B