Trump: Xaşuqçî hatiye kuştin

Donald Trump: Doza Xaşuqçî pirsgirêkeke mezin ji siyaseta derve ya Amerîka re çêkiriye, lê sizayên kuştina Xaşuqçî, wê tund û giran bin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump kuştina Cemal Xaşuqçî eşkere dike û Kongirêsa Amerîka daxwaza sizadan Siûdiyê dike.

Di daxuyaniyekê de, ji bo rojnameya New York Times a Amerîkî de, Serokê Amerîka eşkere kir, ku li gor zanyariyên hewalgirî yên gehiştine destê wî û piştî civîna li gel Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku serdana Siûdiyê û Tirkiyê kiribû, hemû nîşan didin xuyakirin, ku Xaşuqçî hatiye kuştin û berpirsên bilind ên Siûdiyê li pişt wî karî ne.

Donald Trump got jî: Doza Xaşuqçî pirsgirêkeke mezin ji siyaseta derve ya Amerîka re çêkiriye û tekez kir, ku sizayên kuştina Xaşuqçî, wê tund û giran bin.

Daxuyaniyên Trump di demekê de ne, ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, piştî li gel berpirsên Siûdiyê û Tirkiyê civiya, ji Trump xwest ku moleteke bêtir bide Siûdiyê.

Ji aliyê xwe ve, bêtirî 40 endamên Kongirêsa Amerîka, daxwaza sizadana Siûdiyê dikin.

N.O