Demirtaş serbest tê berdan?

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP radigihîne: Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dê were azadkirin.
Parlementerê HDPyê Ayhan Bîlgen dibêje, ew çavare dikin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara azadkirina Selahattîn Demîrtaşî bide. Ji ber vê yekê Hikûmeta Tirkiyeyê dikare berî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Demîrtaşî berde.
Demîrtaş nêzikê 2 sal in zindanî ye û bi tohmeta endamtiya PKKyê tê tohmetbarkirin. Ji bo wî heta 142 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin.
C.B