Ji Erdogan hat xwastin pirsgirêka Kurdî çareser bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di çarçoveya Festîvala Civanan de serdana Diyarbekirê kir.

 

K24 – Diyarbekir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di çarçoveya Festîvala Civanan de serdana Diyarbekirê kir. Erdogan, bi awayeke sergirtî rexne li PKK û HDP'ê girt wan xendek vedan û xirab kirin lê em ava dikin. Erdoganî amaje kir ku dê dawiyê li cûdakeriyê bînin û dê li hemberî cûdakaran jî bisekinin. Rêveberên saziyên civakî yên sivîl jî ji Erdoganî xwest in ku hêza ku bi pergala nû ya rêveberiya Tirkiyeyê bidestxistiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bikar bîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li gel hejmareke wezîr û rêveberên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partiyê) li Diyarbekirê beşdarî Festîvala Civanan bû. Erdogan di Yarîgeha Diyarbekirê re de li ser pirsgirêkên Diyarbekirê axivî û qala xizmetên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin kir. Erdogan got; ji bo pêşvebirina bajêr tu cûdakariyekê naxin navbeyna bajarên din û Diyarbekirê de. Erdogan di axaftina xwe de HDP û rêveberiyên HDP'ê bêyî ku navê wê bide rexne kir.

Erdogan got: "Werin em mizginiya heyama nû ji Diyarbekirê bidin. Em Diyarbekirê îstîsmar nakin; em ava dikin. Em ê bi derdê ciwanên Diyarbekirê ve mijûl bibin. Diyarbekir di dîroka xwe de her bajareke pêşeng bûye. Em ji ber ziman, çand û neteweya tu kesê bi nêrîneke cûda li tu kesê nanihêrin û kesê ku lê binihêre jî dê me li hember xwe bibîne. Ey Diyarbekir tu amadeyî ku dawiyê wan kesên ku ji bilî êş û hêsirên çavan tu tişteke din nedayî te bînî."

Bi taybetî jî serok û nûnerên rêxistinên civaka sivîl girîngiyê bi serdana Erdoganî ya vê carê dan û gotin; bi hêza ku niha ketiye dest de Erdogan dikare hem pirsgirêkên civakî hem jî yên aborî çareser bike. Serokê Jûra Bazirgan û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya jî guhdariya Erdoganî kir û got; avantaj û dezavantêjên pergala nû ya rêveberiya Tirkiyeyê hene lê em hêvî dikin ku Serokkomar Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd avantajên ku ketine dest baş bikarbîne.

Serokê Jûra Bazirgan û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya got: "Pirsgirêka Kurd him pirsgirêkeke navxweyî ye him jî bûye pirsgirêkeke navdewletî. Di Rojhilata Naverast de Erdogan aktorekî bihêz e û dikare Pirsgirêka Kurd çareser bike. Heger Erdogan vê yekê bike dê bi Kurdan re di navxweyî de jî bibe hêzeke mezin. Ji aliyê din ve Erdogan dikare bi hêza xwe zûtirîn dem de gavên başkirina aboriya herêmê jî biavêje."

Ji ber hatina Erdogan bi hezaran welatî jî li Yarîgeha Diyarbekirê civiyan. Hin welatiyan xwest in ku Erdogan hemû aliyên civakê hêmbêz bike û wekî ku di heyama pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurd de welêt aram bibe. Welatiyan derbarê serdana Erdogan de nêrînên xwe wiha anîn zimên:

Welatî Hayrettîn Hatîpoglu: "Divê Erdogan hemû gel û muxalîfan hembêz bike. Ez îro vê yekê wekî pirsgirêkekê dibinim; ev kêmasî heye. Li gorî nêrîna min wekî serokkomar her kesê hembêz nake.

Welatî Azad Cengîz: "Em dixwazin ku dîsa Serok Erdogan vê pirsgirêkê çareser bike. Ango Erdogan dikare dawiyê liv î şerê qirêj bîne û aştiyê Kurdistanê pêk bîne. Kuştina insanan hîç nebaş e, encax Serok Erdogan dikare vê pirsgirêkê çareser bike."

Erdogan piştî axatina xwe derbasî nav qada yarîgehê bû û pêşbirka ku di navbera futbolîst û siyasetmedaran hat lîstin da destpêkirin. Serokkomarê Tirkiyeyê du re bi serok û rêveberên saziyên civaka sivîl û rûspiyên bajar re jî civiya  û qala rezemeniyan kir û xwest ku rêxistinên AK Partiyê zêdetir bixebitin da ku di hilbijartinên herêmî yên Adara 2019'an de serkeftinên mezin bi dest bixin.