Îran hişyariyê dide Rûsya û Siûdiyê

Îran: Rûsya û Siûdiye û Amerîka bizava wê yekê dikin, piştî ku Amerîka rê li ber firotina petrola Îranê bigire, ew dest li ser bazara petrola cîhanî deynin û cihê petrola Îranê bigirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Petrola Îranê careke din tekez kir, ku berhema Rûsya û Siûdiyê ji petrolê, nikare cihê pişka petrola Îranê di bazaran de dagire.

Wezîrê Petrola Îranê Bêjen Zengene di daxuyaniyekê de ragihand, ku biryar e di meha dahatî de Amerîka dorpêçê li ser petrola Îranê deyne, lewra ti welatekî berhemhênerî petrolê, nikare cihê pişka petrola Îranê di nav bazaran de tije bike.

Balkişand ser wê yekê jî, ku Rûsya û Siûdiye û Amerîka bizava wê yekê dikin, piştî ku Amerîka rê li ber firotina petrola Îranê bigire, ew dest li ser bazara petrola cîhanî deynin û cihê petrola Îranê bigirin, lê ev kar zehmet e ber bigire.

N.O