Mesrûr Barzanî: Divê Kurd li Bexdayê beşdariya rasteqîne di biryara siyasî, leşkerî û ewlehiyê de bike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blacua kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blacua kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî guftûgokirina hewl û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û pêşhatên siyasî û leşkerî yên navçê,  guftûgo li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê û hilbijartinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Di derbarê hewlên pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê de, Mesrûr Barzanî ragihand, piştevaniyê li pêngavên Adil Ebdilmehdî dikin û li ser binemaya beşdarîkirina yeksan di navbera pêkhateyên sereke de guftûgo di navbera me de berdewam in. Ragihand jî, divê rola rasteqîne a Herêma Kurdistanê di biryara siyasî, leşkerî û ewlehiyê de hebe.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa rola destûrê bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet ên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Madeya 140 a destûrî kilîta çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de ye û got: “Ev çareserî divê li ser binemayek ji bo çareserkirina pirsên wek yasaya petrol û gazê û budceya Pêşmerge be.”

Li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî diyar kir, ku ew dixwazin li ser binemaya encamên hilbijartinê, hikûmeteke bihêz pêk bînin.

 

S. B