HDP: Di hilbijartinên herêmî de qeyuman nahêlin

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dibêje, di hilbijartinên herêmî de ewê hemû qeyuman ji vê axê paqij bikin û demokrasiya herêmî bicîh bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dibêje, di hilbijartinên herêmî de ewê hemû qeyuman ji vê axê paqij bikin û demokrasiya herêmî bicîh bikin. Got jî, çareseriya pirsgirêkan bi hevdîtinên pişt perdeye nabe û bang li Desthilatê dike ku careke din vegere pêvojay aştiyê.

Hevserokê HDPê Îro di civîna bi koma partiya xwe di parlemantoyê de axivî û got: "Di demeke pir nêzîk de emê van Qeyuman ji vê axê paqij bikin.  Lê tenê bi vê namîne. Wan jî ev dîtin û niha ketine hev. Bi tîfaqên pişt perdeyê, bi bazariyên cihê ku hun bigihîjin ev e. Bi bazariyan çareserî nayê, bi guhdana gel çareserî dibe. Bo çareserî divê hûn bi muxatabê re werin ser maseyê. Jibo vê çi bikeve ser milên me emê bînin cih. Bi gera muxatabên din çareserî nabe."

 

S. B