Hukimeta Iraqê tê ragihandin, çend wezaret ên Kurdan in?

Sibe Parlemantoya Îraqê dicive û deng li ser kabîneya Adil Ebdulmehdî dide û 4 wezaret ji bo Kurdan dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Sibe Parlemantoya Îraqê dicive û deng li ser kabîneya Adil Ebdulmehdî dide û 4 wezaret ji bo Kurdan dibe.

Çavkaniyên nûçeyan belav kirin e, biryare îro demjimêr şeşê êvarê Parlemantoya Iraqê ji bo dengdan a liser kabîneya Adil Ebdulmehdî bicive û li gorî çavkaniyan, di civînê de, dê deng li ser beşek ji kabîneya Ebdulmehdî were dayîn.

Roja 2ê meha bê, ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê dawî dem e.

Endamê berê yê Parlemantoya Iraqê Rênas Cano ji Kurdistan 24 re ragihand, Kurd 4 wezaretan di hikûmeta nû ya Iraqê de werdigre.

Wî parlemanterê berê yê Îraqê got jî, wezaretek siyadî û sê wezaretên xizmetguzarî di hikûmeta nû ya Îraqê de ji bo Kurdan hatine dayîn.

 

 

C.B