"Pilana sereke ya Siûdyê li dijî Xaşuqçî eşkere bû"

Di lêkolînên Hikûmeta Siûdiyê de, berpirsên Siûdî gotine: Ew girûpa 15 kesî ku bi erkekî nihênî çûbû Stenbolê, nexwestibû Xaşuqçî bikuje.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Medya Amerîkî ji ser zimanê hin berpirsên Siûdiyê, pilana serederiya Riyadê li gel Cemal Xaşuqçî belav kir û ragihand, ku pilana kuştina Xaşuqçî tine bû, tenê wan xwestibû du rojan li navçeyeke parastî li nav Tirkiyê desteser bikin, daku wî qayil bikin ku li Siûdiyê vegere û heger di wan du rojan de qayil nebû, wê demê wî serbest berdin.

Di lêkolînên Hikûmeta Siûdiyê de, wan berpirsên Siûdî gotine: Ew girûpa 15 kesî ku bi erkekî nihênî çûbû Stenbolê, nexwestibû Xaşuqçî bikuje.

Herwiha wan berpirsan diyar kirin, ku ew 15 kesana bûn sê girûp, her yek ji wan girûpan bi karekî hatibû erkdarkirin (Locistî, emnî û gotûbêjkirin li gel Xaşuqçî) û dema Xaşuqçî li nav kunsulxaneyê hat kuştin, tenê 9 kes ji wê tîmê amade bûn.

Ev yek di demekê de ye, ku duh serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand: Pilan ji kuştina Xaşuqçî re hatibû danîn û ew bi awayekî hovane hat kuştin û roja 2/10/2018an, mîmoriyên kamîreyên çavdêriyê yên kunsulxaneyê hatibûn derxistin.

N.O