"Sedema sereke ya têkçûna tifaqa AKP û MHPê kêşeya Kurd e"

Pispor dibêjin nişane hene ku Ak Partî û Erdogan ji nûve berê xwe bidin Kurdan û bi HDPê re jî peywendî deyne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê tifaqa partiya desthilatdar û partiya netewperest MHPê xirab bû. Her du partiyên ku bo hilbijartinên herêmî hewlên tifaqê didin bi sedemên efû, sûnda xwendekar û li ser destkeftiyên şaredariyan lihev nekirin û tifaqa di navbera xwe de bidawî kirin. Pisporên Tirkiyê balê dikşînin ser meseleya Kurd û dibêjin sedema sereke ya têkçûna tifaqê nakokiyên derbarê kêşeya Kurdan de ye. Pispor dibêjin nişane hene ku Ak Partî û Erdogan ji nûve berê xwe bidin Kurdan û bi HDPê re jî peywendî deyne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têkçûna tifaq û hevkariya di navbera partiya desthilatdar Ak Partî û partiya netewperest MHPê de bûye rojeva sereke. Tifaqa ku wê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an bidomaiya bi daxuyaniyên tund yên Serokê MHPê Dewlet Bahçelî û Serokê Ak Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bidawî hat.

Şîrovekarên siyasî sedemên xirabûna tifaqa di navbera her du partiyan de dinirxînin. Piraniya pisporan têkçûna tifaqê bi daxwaza MHPê ya efûyê, nîqaşên li ser sondaxwarina xwendekaran û nelihevkirina li ser hilbijartinên şaredariyan destnîşan dikin.

Serokê Kompanyaya Rapirsiyê ya MAKê Mehmet Alî Kulat di vê derbarê de ji K24ê re wiha axiv: "Tifaqa Ak Partî û MHPê piştî hewla derbeyê bi rihê Yenîkapiyê dest pê kiribû. Di gelek mijaran de MHP piştgirî da Erdogan û Ak Partiyê. Herî dawî di hilbijartinên giştî de tifaqa cumhurê ava kirin û biser ketin. Li ser hilbijartinan nêzî 4 meh derbas bû, lê belê di navbera her du partiyan de di 4-5 xalên sereke de nelihevkirin û nakokî xwe dan der. Mijarên wek efû, azadkirina Brunson, kuştina Qaşikçi û herî dawî jî di çarçoveya meseleya Kurd de mijara "sonda xwendekaran". Herwiha her du partî bo hilbijartinên şaredariyan jî lihev nekirin."

Li aliyê din derbarê biryara sonda xwendekaran de daxuyaniyên balkêş yên Erdogan jî tên nîqaşkirin. Hin şîrovekarên siyasî amaje bi vê yekê dikin ku piştî têkçûna tifaqa li gel MHPê eger heye ku Erdogan û Ak Partî ji nû ve berê xwe bidin Kurdan û bi HDPê re peywendî deynin.

Rojnameger Muharrem Sarikaya dibêje: "AK Partî ji ber tifaqa ku bi MHPê re çêkiribû, di hin mijaran de nikaribû pêngavan biavêta. Xuya dike ku AK Partî wê êdî li rojavayê Tirkiyeyê zêdetir berê xwe bide derdorên lîberal û muhafazakar. Herwiha wê berê xwe bide girseya ku di rabûrdiyê de dengên xwe dane wî ku ev girse niha nêzikê HDPê ye. Erdogan vê peyamê jî bi van gotinan da; "Heke mafê te hebe ku tu Tirkperestiyê bikî, wê gavê dê mafê hemwelatiyên min ên Kurd jî hebin ku Kurdperestiyê bikin." Li gorî min Erdogan ji bo girseya ku winda kiribû ji nû ve qezenc bike, wê vegere ser polîtîkayên xwe yên heyamên 2002-2009an."

Proseya tifaq û hevkariya di navbera partiya netewperest MHP û Ak Partiya ku ev 16 sal in li Tirkiyeyê desthilatdar e cara ewil bi referandûma bo pergala serokatiyê dest pê kiribû û di hilbiajartinên dawî de jî bûbû tifaqeke fermî û stratejik. Lê belê niha piştî têkçûna tifaqa her du partiyan li Tirkiye û bakurê Kurdistanê herî zêde mijara nêzîkbûn û peywendiyên Ak Partî û HDP'ya ku di rabirdû de "proseya aştî û çareseriyê" birêve biribûn tê meraqkirin.