Ebdulmehdî: Di dema xwe de em bernameya hikumetê cîbicî dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku, di dema diyarkirî de dest bi cîbicîkirina bernameya hikûmetê dikin.
Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di gotarekê de ragihand ku, di dema diyarkirî de, dest bi cîbicîkirna bernameya hatî raxistin a hikûmetê dikin. Amaje bi wê yekê kir ku, îro kabîneya nû ya hikûmetê dicive. Li avahiya Civata Wezîran a Iraqê de jî, rêûresma guhertina desthilatê di navbeyna Serokwezîrê berê Heyder Ebadî û Serokwezîrê nû Adil Ebdulmehdî de birêve çû.
Herwiha Serokwezîrê Berê yê Îraqê Heyder Ebadî ragihand, gelek astengî li pêşiya hikûmeta Adil Ebdulmehdî hene û da zanîn ku çavê gelê Iraqê li wê yekê ye, ev astengî nemîn in.
C.B