Opozisyona Sûriyê ligel Lavrov civiya

Şandeke Opozisyona Sûriyê, Komîteya destûrî û çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê digel Wezîrê derve yê Rûsyayê gengeşe kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Opozisyona Sûriyê, Komîteya destûrî û çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê digel Wezîrê derve yê Rûsyê gengeşe kir.

Serokê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê Nesir El-Herîrî di kongreyek rojnamevanî de ragihand, wan li Moskow pirsa Komîteya Destûrê ya Sûriyê, rewşa parêzgeha Idlibê, vegera penaberan, jinûavakirina Sûriyê û berdewamiya çareya siyasî û civîna Serokên Rûsya,Tirkiyê, Fransa û Almanya, ya ku biryar e sibe li Stenbolê birêve biçe, digel Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov behs kirin e.

Ji aliyê xwe ve Wezareta derve ya Rûsya di daxûyaniyekê de ragihand, Lavrov di wê civînê de tekezî li ser serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê û piştevaniya wê, ji bo danûstandinên Sûrî-Sûrî li gorî biryarên civata Asayişa Navdewletî û Kongreyê Soçî kiriye.

 

 

C.B