UNHCR: Şingal ji bo jiyanê ne guncaw e

Komisyona Bilind a Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Koçberan (UNHCR) aşkere kir, hîna rewşa Şingalê û navçeyên din ên deşta Neynewayê ne guncaw bo vegera koçberan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Koçberan (UNHCR) aşkere kir, hîna rewşa Şingalê û navçeyên din ên deşta Neynewayê ne guncaw e bo vegera koçberan.

Di daxuyaniyekê de ku taybet e bi hevkariyên nû yên hikûmeta Amerîka bo avedankirina bajarên nû hatina avedanlkirin ên Mûsil û navçeyên derdora wê, rêxistina UNHCR aşkere kir, erkekî zehmet û proseyeke dirêj bo avedankirina bajarên wek Mûsil, Rumadî pêwîst e.

Herwiha wê rêxistina ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, navçeyên wek Şingal, deşta Neynewa û Enbarê hîna bi tevahî nehatine pakirin û xizmetguzariyên seretayî wek av û elektirîkê nîn in, ji ber wê ew navçe ne guncaw in bo koçber vegerin wan navçeyan.

Ji piştî bûyerên 16 Cotmehê, Şingal ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve tê birêvebirin û beşek mezin ji xelkê wî bajarî ji kêmbûna xizmetguzariyan û spandina ecindeyên aliyekî diyarkirî nerazî ne.

 

S. B