Îran di proseya dorpêçan de bangewaza hevkariyê li Enqere dike

Rehmanî got ku, Îran dikeve pêvajoyek aloz û zehmet a di bin dorpêçan de û hevkariya ku di vê demê de ji Îranê re bê nîşandan tu caran nayê jibîrkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê veberhênan, maden û geştyariyê yê Komara Islamî ya Iranê Riza Rehmanî ku ji bo pîrozkirina 95 saliya Komara Tirkiye li şahiya Balyozxaneya  Tirkiye li Tehranê amade bû bangewaza pêwendiyên zêdetir di hemû waran de li Tirkiye kir.

Rehmanî got ku, Îran dikeve pêvajoyek aloz û zehmet a di bin dorpêçan de û hevkariya ku di vê demê de ji Îranê re bê nîşandan tu caran nayê jibîrkirin.

Wezîrê Îranê di daxûyaniya xwe ji Ajansa Anadolu ya Tirkiyê re anî ziman: Di warên veberhênan, geştyarî, maden û hemû warên din de em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Tirkiye pester bixin. Tu sînor ji pêwendiyên me yên aborî re ligel Tirkiye nîn e, di her warî de em dikarin bikin.

 

 

C.B