Serokê Giştî yê PSK Mesud Tek 3 saliya K24 pîroz dike

Ez bi boneyê hanê pîrozayîya xwe pêşkeşê we û bi rêka we ve pêşkeşê hemû xebatkarên K24 dikim...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek bi boneya 3 saliya dest bikar bûn a Kurdistan24, nameyek pîrozbahiyê arasteyî rêvebiriya K24 kir.

Ev naveroka peyamê ye:

Ji Bona Rêveberiya K24,

Hevalên hêja,

Li ser dest bi kar bûna K24 sê sal derbas bû.

Ez bi boneyê hanê pîrozayîya xwe pêşkeşê we û bi rêka we ve pêşkeşê hemû xebatkarên K24 dikim.

Ez piştrast im, ku K24 wê pirtir xizmeta medyayê Kurdî bike, bona agadar kirina bîrurayê Kurdî zêdetir hewl bide.

Sê saliya K24 li we pîroz be.

Serketina we dixwazim.

31 Cotmeh 2018

Mesud Tek

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

 

 

 

C.B