DAIŞ êrîşên xwe li Iraqê zêde dike

Di dema sê mehên borî de DAÎŞ 240 caran êrîş li navçeyên Kerkûk û Mûsilê encam da ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema sê mehên borî de DAÎŞ 240 caran êrîş li navçeyên Kerkûk û Mûsilê encam da ye.

Tevî ku Îdareya Trump û Hikûmeta Îraqê serkeftin bi ser DAÎŞê de ragihandiye, lê çavkaniyek ji Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ji malpera BuzzFeed a Amerîka re ragihandiye, êrîşên DAÎŞ di çend mehên borî de bi awayekî berçav zêde bûn e.

Ligor wan datayên ku wê malpera Amerîkî belav kiriye, di meha Tebax a borî de DAÎŞê 70 êrîş encam dan e, di meha Îlonê 80ê êrîş encam dan e û di meha Cotmehê de jî 90 êrîşên terorî encam dan e, ku ev yek jî, wê yekê digihîne, di dema sê mehên borî de DAÎŞê 240 êrîş li navçeyên Kerkûk , Mûsil, Hewîce û Mexmûrê encam dan e.

Herweha çavdêrên serbazî yên Amerîka, di rêya wê malperê re, hişyariya wê yekê dan e ku, çawa beriya niha xîlafeta DAÎŞê li Mûsilê hat ragihandin, careke din metirsiya DAÎŞê liser wî bajarî heye, û rewş ber bi xirabiyê ve diçe.

 

 

C.B