Lêpirsin liser zêdegaviyên Rakan Seîd tê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo lêpirsîna ji zêdegaviyên Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Seîd, îmzeya pêwîst ji Parlementerên Îraqê hatiye kom kirin. Biryar e di destpêka civîna bê ya Perlemana Îraqê de ew binpêkirin bên behs kirin.
Berpirsekî Yekîtî jî dibêje, ji bo bidestxistina mafên Destûrî pêwîst e Kurd pişta xwe bi ti kesî girê ne de û li hêviya sozên ti kesî nemîn e.
Herweha hewlên bi Erebkirina Kerkûkê ji aliyê parêzgarê sepandî berdewam e û formên kelûpelên xwarinê yên welatiyên Ereb ji bo Kerkûkê vediguhêze.
Berpirsê Liqê sê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mihemed Xûrşîd ji Kurdistan24 re ragihand, li Kerkûkê ti postek di destê Kurdan de nemaye û hewlên bi Erebkirinê zêde bûn e û got jî, tenê di yek rojê de sed formên xwarinê yên Ereban ji bo Kerkûkê hatine veguhestin.
C.B